Ji Wezîrên Karên Derve ji bo Ûkraynayê deklarasyona hevpar

Ji bo sekinandina şerê navxweyî yê Ûkraynayê, Wezîrên Karên Derve yên li Berlînê civiyan yekemcar deklarasyoneke hevpar weşandin. Wezîrên Karên Derve yên Rûs, Elman û Fransayê bang kirin ku çekên giran ji herêmên şer werin vekişandin.

Ji bo sekinandina şerê navxweyî yê zêdeyî saleke li Ûkraynayê heye, Wezîrên Karên Derve yên li Berlînê civiyan yekemcar deklarasyoneke hevpar weşandin. Wezîrên Karên Derve yên Rûs, Elman û Fransayê bang kirin ku çekên giran ji herêmên şer werin vekişandin.

Di dawiya civîna bilind a bi malovaniya Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier de, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin, ku di vê pevçûnên ji nû ve hatine destpêkirina 'tavilê werin sekinandin', çavdêriyên OSCE yên li herêmê werin çalakkirin û tank jî di nav de hemû çekên giran ji herêmê werin vekişandin. 

Her wiha hat xwestin ku her du alî xebatên xwe yên pevguhertina dîlgirtiyan dewam bikin û ji bo çareseriya siyasî komên xebatên bên avakirin.

Wezîrên Karên Derve yên her sê welatan, ji destpêkirina krîza Ûkraynayê û vir ve pênc caran li hev civiyabûn, lê beriya niha daxuyaniyeke bi vî rengî ya hevpar nehatibû dayîn.

Ji bo çareseriya şerê navxweyî yê li Ûkraynayê tê payîn ku îro û sibehê li bajarê Lubeckê Konferansa Wezîrên Karên Derve yên G7'an bê lidarxistin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji Nîsana 2014'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Ûkraynayê û vir ve 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.