Karkeran li Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb serî hildan
Li welatê Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban piştî karkerek ji qata pêncan ket û jiyana xwe ji dest da, karkeran serî hildan.
Li welatê Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban piştî karkerek ji qata pêncan ket û jiyana xwe ji dest da, karkeran serî hildan.
Li welatê Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban piştî karkerek ji qata pêncan ket û jiyana xwe ji dest da, karkeran serî hildan. Tê diyarkirin ku dibe karkerê ji qata pêncan ketiye xwe kuştiye. Rayedarên welêt li hemberî serhildana karkeran a li Resul-Hayme ya roja Şemiyê destpê kir, dengê xwe nakin.
Li gorî nûçeya rojnameya The National, çalakiya karkeran bi şelandina tesîsa Emirates National Schoolê destpê kir.
Karkeran agir berdan jeneratorên tesîsê, sotemenî û buroyan. Her wiha karkeran 17 wesayît jî şewitandin.
Polîsan ji bo çewisandina serhildana karkeran tedbîr girtin û mudaxele kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Rojnameyê nenivîsand ka karkerên hêrs bûne yên kîjan şîrketê ne.
Welatên Kendavê ji ber pirsgirêkên karkerên penaber her tim dibin rojev. Piraniya wan ji Asyayê tên û bi mîlyonan karkerên biyanî li van welatan hene.
Rêxistinên mafê mirovan û sendîkayên karkeran, nerazîbûn nîşanî şert û mercên karkerên biyanî têde dixebitin didin.