Hilbijartinên Îngîlîstanê: Encamên anketan nêzî hev in
Kampanyaya hilbijartinên giştî yên di 7’ê Gulanê li Îngîlîstanê pêk tên, didome. Anket nêzî he vin lê encamên cuda jî derdikevin holê.
Kampanyaya hilbijartinên giştî yên di 7’ê Gulanê li Îngîlîstanê pêk tên, didome. Anket nêzî he vin lê encamên cuda jî derdikevin holê.
Di anketên hatin kirin de partiya ku serokwezîr Davîd Cameron endamê wê ye Partiya Muhafazakar (Torîes) di rêza yekem de ye û hinek jî nîşan didin ku wê Partiya Karkeran (Labour) biser keve.
Li gorî anketa ji aliyê şîrketa ICM ve hatiye kirin, Torîes ji sedî 39 di rêza yekem de cih digire û partiya Karkeran (Labour) ji sedî 33 dengan di rêza duyem de cih digire.
Rêjeya dengên Demokratên Lîberal ya hevkarê dehilatdariyê ye ji sedî 8 kêm bûn, tê texmînkirin ku wê Keskan jî ji sedî 7 dengan bigirin. Partiya Serbixwe ya Qiraliya Yekbûyî (UKIP) jî di rêjeya ji sedî 7’an de ma.
Anketa ji aliyê Ashkroft National Pol ve hatiye kirin jî nîşan dide ku di navbera Labour û Torîes de cudahiya dengan tine. Di anketa wan de tê texmînkirin ku her du partî jî ji sedî 33 dengan bigirin.
Li gorî anketê ji UKIP ji sedî 13, lîberal ji sedî 9 dengan digirin û Keskan jî ji sedî 6’ê de dimînin. Anketeke din ya di hefteyê borî de hat kirin jî nîşan da ku Partiya Karkeran bi 3-4 puan ferqî wê bibe yekem.
MÎLÎBAND WÊ DESTURÊ NEDE REFERANDUMA YE’YÊ
Li aliyê din tevî ku piranî gelê Îngîlîstanê li dij Yekîtiya Ewropayê ne jî Partiya Karkeran bi endamatiya YE’yê derdixe pêş. Lîderê partiyê Ed Mîlîband di kampanyaya hilbijartinê de got di rewşa ku bê hilbijartin de wê endamtiya YE’yê nebe referandumê.