Galeano jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan û nivîskarê Ûrûgayî Eduardo Hughes Galeano di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Galeano li hember pençeşêrê têdikoşiya.

Rojnamevan û nivîskarê Ûrûgayî Eduardo Hughes Galeano di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Galeano li hember pençeşêrê têdikoşiya.

Nivîskarê pirtûka  “Rehê vekirî yê Amerîkaya Latîn” û yek ji sembolên çepgirên Amarîkaya Latîn Galeano ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da.

Galeano yê 3’ê Îlona 1940’î li Montevideo hat dinyayê di nexweşxaneya ku li heman bajarî tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya weşanxaneya bi navê Sîlgo XXI a pirtûkên Galeano diweşand wiha hat gotin, “Tevayî jiyana wî di nav sirgûn, pirtûk, navên dost û dijminan, xelat û doktoran de derbas bû.”

 Pirtûka bi navê “Rehê vekirî yê Amerîkaya Latîn” di sala 197’ê de hat weşandin û tercumeyî herî kêm 20 zimanan hatiye kirin.

Galeano yê bavê 3 zarokan e wê îro li Montevideo bê defnkirin.