Li Rojhilata Navîn 15 mîlyon zarok nikarin biçin dibistanê

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF, di rapora xwe ya li Beyrûdê weşandî de ragihand ku li Rojhilata Navîn 15 mîlyon zarok nikarin biçin dibistanê.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF, di rapora xwe ya li Beyrûdê weşandî de ragihand ku Iraq û Sûriye ne di nav de li Rojhilata Navîn 12 mîlyon zarok nikarin biçin dibistanê.

UNICEF'ê diyar kir ku dema hejmara zarokên li van her du welatan nikarin biçin dibistanan lê were zêdekirin, ev hejmar derdikeve 15 mîlyonî.

UNICEF'ê da zanîn ku hejmara zarokên naçin dibistana seretayî di deh salên dawî de bi qasî nîvî kêm bûye û got, "Lê belê di salên dawî de ti piêşketin nîne."

Di raporê de tê gotin ku di dibistana seretayî de 4,3 mîlyon, di asta kolejê de jî 2,9 mîlyon xwendekar naçin dibistanê.

Her wiha hat ragihandin ku 5,1 mîlyon xwendekar jî li kreşan nayên bicihkirin..

Ev hejmar, ji sedî 15 ê zarokên di temenê berî dibistanê, dibistana seretayî yan jî lîseyê yên li Rojhilat Navîn e. 

Li gorî rapora ku di encama lêkolîna li 9 welatên herêmê hat amadekirin, xizanî yek ji sedemên neçûyîna dibistanan a zivistanê tê destnîşankirin.

Li gelek deveran malbat nikarin lêçûnên perwerdeyê yên weke lênûs û unîformayê bide. Tê gotin ku gelek malbat ji ber sedemên malî biryar dane zarokên xwe bidin xebitandin.