PE Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bibîr anî
Li PE bi mijara “Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bîranîn” rûniştinek pêk hat
Li PE bi mijara “Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bîranîn” rûniştinek pêk hat
Li PE bi mijara “Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bîranîn” rûniştinek pêk hat
Li Parlamentoya Ewropayê rûniştina Qirkirina Ermeniyan di sala 100. bîranîn, pêk hat. Di rûniştinê de nêzî 50 parlamenter axivîn. Nûnerên Konsey û Komîsyona Yekîtiya Ewropa jî amade bûn.
Di rûniştina bîranînê ya li Desteya Giştî ya PE de pêk hat, Nûnera Komîsyona YE ya di asta hikûmeta YE de Kristalina Georgieva, têgîna qirkirina li hember Ermeniyan bi awayekî aşkera bi kar anî, Nûnera Serokatiya Demê ya Konseya YE Zanda Kalnina-Lukasevica têgîna “trajediya mezin” bi kar anî.
Di rûniştinê de Serokê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya PE, Elmar Brok li ser navê Koma Xiristiyan Demokrat axaftinek kir. Brok, bal kişand ku ya rû daye qirkirineke. Li ser navê Koma Sosyalîst a PE Knut Fleckenstein jî diyar kir ku ya hatiye jiyîn qirkirineke û ji bo Tirk bi paşeroja xwe re di nav aştiyê de bin, divê vê êşa mezin a pêk hatiye qebûl bikin.
Hin parlamenterên di rûniştinê de axivîn ji ber Konseya YE têgîna “qirkirinê” bikar neanî rexne kirin. PE di rapora meha buhrî ya “Li cîhanê mafê mirovan” têgîna qirkirina Ermeniyan bikar anîbû, bang kiribû ku divê Tirkiye û dewletên endamên YE vê qirkirinê bi awayekî fermî qebûl bikin.