Li Elmanyayê nîqaşên li ser gaza zinar û petrolê

Li Elmanyayê, bi pêşnûmeya ku çend roj berê ji aliyê Hikûmeta Federal ve hat qebûlkirin û tê gotin ku wê bişînin Meclîsê re, wê derfet were dayîn ku bi rêbaza fracking gaza zinar û petrol were derxistin.

Li Elmanyayê, bi pêşnûmeya ku çend roj berê ji aliyê Hikûmeta Federal ve hat qebûlkirin û tê gotin ku wê bişînin Meclîsê re, wê derfet were dayîn ku bi rêbaza fracking gaza zinar û petrol were derxistin. Pêşnûme qanûna ku di Meclîsa Federal de bû sedema nîqaşên tund, bi taybet di çapemeniya herêmî de jî rê li ber nîqaşan vekir.

Eger ev pêşnûmeya ku derxistina gaz û pertola zinar mimkun dike, bê qebûlkirin, nayê zanîn ku ev enerjî çiqas bi berhem e. Her wiha derxistina gaz û petrola  zinar ku di madeyên kîmyewî de wê bê bikaranîn jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Beşeke mezin a Elmanan li dij derxistina gaz an jî petrola zinarin. 

PÊŞNÛMEYÊ CIVAK XIST NAVA TEVGERÊ

Di nûçeya têkildarî mijarê de ku di rojnameya Sudwest Presse de cih girt de şîroveya ‘tevgera civakî’ bo planên li dijî hikûmetê hat kirin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku rêveberiya Frackîng ji aliyê gelê Elman ve hatiye redkirin û her wiha hat diyarkirin ku komun û gelek eyalet jî li dij vê ne.

Di nûçeya  Sudwest Presse hat destnîşankirin ku li welatên Ewropa rezervên gaz û petrola zinar gelek kêm in û hat gotin ku DYA jî çavkaniyên xwe yên heyî digire.

Rojnameya aboriyê Handelsblatt jî kesên li dij hilberîna gaz û petrola zinar derketine jî wek ‘qedexekarên fikr’ sûcdar kir. 

Di nûçeya ku di Luneburger Blatta de hat weşandin de jî  hat îdîakirin ku pêşnûmeqanûn, rêbazên di rêveberiya frackîng hatine diyarkirin, bi awayekî zelal diparêze û daxwazên bi sedan parlamenterî yên bila qanûn ‘bê tundkirin’ jî hat rexnekirin.

Di nûçeya di Schwäbische Zeitung de hatiye weşandin de hat diyarkirin ku ti rêbazeke ku her tiştê mimkun dikare pêk bê, tine û li dij metoda frackîng derket.

Di nûçeya rojnameya Ludwigsurger Kreiszeitung de jî hat destnîşankirin ku hewcedariya Elmanyayê bi vê gazê nîne.

Rojnameya  Neue Presse jî got ku Elmanya gaza zinar ji welatên din digire.