Fîlîstîn bû endamê fermî yê DCN

Fîlîstîn bû endamê fermî yê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).

Fîlîstîn bû endamê fermî yê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).

Fîlîstîn, tevî hemû dijderketinên Îsraîlê jî bû endamê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). Fîlîstîn bi vî rengî hewl dide rê veke ku rêveberên Îsraîlî yên li dijî mirovahiyê sûc kirine û dikin, werin darizandin.

Li Dîwana Edaletê ya La Haye merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Wezîrê Karên Derve yê Fîlîstînê Riyad El Malîkî amade bû. Ji El Malîkî re kopyayeke sembolîk a Statuya Roma hat dayîn, ku vê Statuyê pêşî li avahiya DCN vekir.

Wezîrê Fîlîstînî got, "Fîlîstîn naxwaze tolê hilîne, li edaletê digere" û di daxuyaniya xwe ya kurt a ji bo çapemeniyê de bang li Îsraîlê kir ku bibe endamê DCN.

Da xuyakirin ku divê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû netirse û bi vî rengî Îsraîlê jî karibe giliyê Fîlîstîniyan bike.