Çeteyan êrîşî kampa Fîlîstîniyan kir

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi wehşet û sûcên li dijî mirovahiyê tên nasîn vê carê êrîşî kampa penaberên Fîlîstînî yên li Sûriyeyê Yarmukê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi wehşet û sûcên li dijî mirovahiyê tên nasîn vê carê êrîşî kampa penaberên Fîlîstînî yên li Sûriyeyê Yarmukê kirin.

Kampa penaberan a Yarmuk li başûrê paytexta Sûriye Şamê cih digire. Midûrê karûbarên Siyasî yên Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê yê li Sûriyeyê Enwer Ebdul Hadî diyar kir ku beşeke mezin a kampê ketiye destê DAIŞ’ê.

Hadî da zanîn ku êrîşa li dijî kampa penaberan vê sibê destpê kiriye û got: “Şervanên Dewleta Îslamê beşeke mezin a kampê xistine destê xwe.” Hadî ragihand ku pevçûnên li kampê berdewam dikin.

Beriya şer û pevçûnên li Sûriyeyê 150 hezar kes li vê kampê dijiyan. Ev saleke kamp ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin. Tê diyarkirin ku niha tenê 18 hezar kes li kampê mane.