Bîlançoya mudaxeleya Ereban a li hemberî Yemenê dijwar dibe

Mudaxeleya koalîsyona welatên Ereb a li hemberî Hûsiyên Şiî yên Yemenê berdewam dikin û bîlanço her ku diçe girantir dibe.

Bombebarana 26’ê Adarê roja Pênçşemê destpê kir, berdewam dike. Berdevkê koalîsyona welatên Sunnî yên Ereb ku ji 10 welatan pêk tê diyar kir ku niha pêwîstî bi tevgera bejahî tine ye.

Beriya vê daxuyaniyê UNICEF’ê ragihand ku ji destpêka êrîşa koalîsyona Ereb ve herî kêm 62 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Fona zarona a Neteweyên Yekbûyî UNICEF aşkera kir ku tevî pêwîstiyên tenduristiyê, sîstema perwerde û servîsên din ên pêwîstiyan ziyan girtine.

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku di nava 14 kesên ku di êrîşa hewayî ya ku 31’ê Adarê pêk hat û di encamê de 14 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan de, 4 zarok hene.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Ki-Moon ragihand ku di êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane û got: “Em gelekî bi guman in.”