Li Kenyayê êrîşa Eş-Şebab: Herî kêm 147 kes hatin qetilkirin

Li bajarê Garîssa yê Kenyayê ku li ser sînorê Somalî ye, kesên rûpêçandî û bi çek êrîşî kampusa zanîngehê kirin. Bîlançoya vê êrîş di her kêliyê de giran dibe.

Li bajarê Garîssa yê Kenyayê ku li ser sînorê Somalî ye, kesên rûpêçandî û bi çek êrîşî kampusa zanîngehê kirin. Bîlançoya vê êrîş di her kêliyê de giran dibe. Di êrîşê de herî kêm 147 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji terorîstên Eş-Şebab ên bi sedan xwendekar dîl girtine, herî kêm 4 hatine kuştin.

Li bajarê Garîssa yê Kenyayê ku li ser sînorê Somalî ye, kesên rûpêçandî û bi çek duh êrîşî kampusa zanîngehê kirin û bi sedan xwendekar dîl girtin. Êrîşê danê sibehê destpê kir. Di nava rojê de hêzên ewlekariyê yên Kenyayê operasyonek pêk anîn û tê gotin ku herî kêm 4 endamên Eş-Şebab hatine kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Rêveberiya Krîzê ya Navneteweyî (NDOC) de hat ragihandin ku 587 xwendekar bi saxî ji zanîngehê hatine derxistin û 79 jê jî birîndar in.

Der heqê encamên zelal ên vê komkujiya zanîngehê ya Eş-Şebab a ser bi El Qaîdeyê, tê payîn ku îro agahî bên dayîn.

Eş-Şebab ji sala 2011'an û vir ve ku Kendyayê di vê salê de ji bo têkoşîna li dijî Eş-Şebab leşker şand Somalî, gelek êrîşan dike.

Eş-Şebab di sala 2013'an de êrîşî navendeke bazarê ya li Naîrobî kiribû û di encamê de 67 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rêxistin dixwaze li Kenyayê dewleteke Îslamî ava bike.