Li Keşmîrê hezaz: 16 mirî
Li herêma Chadoora ya eyaleta Keşmîr a Hîndîstanê di encama hezazê de herî kêm 16 kes di bin erdê de man.
Li herêma Chadoora ya eyaleta Keşmîr a Hîndîstanê di encama hezazê de herî kêm 16 kes di bin erdê de man.
Li herêma Chadoora ya eyaleta Keşmîr a Hîndîstanê, di encama hezazê de herî kêm 16 kes di bin erdê de man.
Hat ragihandin ku roja Duşemê ekîbên rizgarkirinê gihiştine 6 cenazeyan û herî kêm 10 kes di bin axê de mane.
Ji ber barana zêde ya li herêmê bi sedan kesan malên xwe terk kiribûn. Li gor rayedarên herêmî 237 malbat ji herêmê hatine derxistin.
Li herêma ku barana zêde lê hat, roja Duşemê ji ber ava çemê Jhelum pir zêde bû hişyariya lehiyê hatibû dayîn.
Di karesata lehiyê ya 2014’an de 300 kesî jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran kes bê xanî mabûn. Maliyeta lehiyan wek 16 mîlyar dolar tê hesibandin.