Rûsya dixwaze ji sedî 25 ê gaza serayê kêm bike

Beriya civîna bilind a avhewayê ya li paytexta Fransa Parîsê di meha Kanûnê de tê lidarxistin, welatên cîhanê armancên xwe yên li ser kêmkirina belavkirina gaza serayê diweşînin.

Beriya civîna bilind a avhewayê ya li paytexta Fransa Parîsê di meha Kanûnê de tê lidarxistin, welatên cîhanê armancên xwe yên li ser kêmkirina belavkirina gaza serayê diweşînin.

Rûsya ku ji beşeke kêmî ji sedî 5 ê belavkirina karbondîoksîtê (CO2) berpirsyar tê dîtin, dixwze heta sala 2030'î yek ji çar parê vê rêjeyê kêm bike.

Di daxuyaniya ji aliyê Rûsyayê ve hat weşandin de, armancên der heqê germahiya global ên ji sala 2020'î û pê ve bikevin meriyetê, hatin parvekirin. Li gorî vê yekê hat ragihandin ku li Rûsyayê wê belavkirina gaza serayê li gorî salên 1990'î ji sedî 25 heta 30'î were kêmkirin. Ev armanc wê heta sala 2030'î bicih were anîn.

Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, wê di meha Kanûnê de Civîna Bilind a Avhewayê bê lidarxistin û tê xwestin ku di vê civînê de li şûna Protokola Kyoto peymaneke nû ya navneteweyî were îmzekirin. Di civîna herî dawî ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de, ji welatên cîhanê dihat xwestin ku di mijara germbûna global de armancên xwe yên heta sala 2030'î aşkera bikin.

Beriya Rûsyayê, Yekîtiya Erwropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kanada, Norwêc û Swîsreyê hedefên xwe yên li ser kêmkirina belavkirina gazên serayê aşkera kiribûn.

Pispor destnîşan dikin ku ji bo pêşî li karesatan bê girtin, divê germbûna global heta dawiya vê sedsalê di 2 pileyî de bimîne. 

Daneyên zanistî nîşan didin ku germahiya global di 200 salên dawî de bi pîleya 0,9 zêde bûye û eger bigihêje 3-4 pileyî dibe ku li gelek herêmên cîhanê karesatên avhewayî rû bidin. Ev yek jî wê bibe sedem ku bi dehan welatên ji giravan pêk tên di binê avê de bimînin û qadên çandiniyê tine bibin.