Li bakurê Şîlî lehî rabû: 10 kes mirin, 19 kes winda ne
Li bakurê Şîlî, lehiya ku rabû bandor li gelek wargehan kir. Yek ji van cihên ket bin bandora lehiyê kanên Atacama ne, ku 33 karkerên kanê 69 rojan tê de asê mabûn.

Kesekî li herêmê ji AFP'ê re got, "Ya ku bi serê me de hat trajediyeke. Me her tiştê xwe winda kir."
Gelek gundên nêzî bajarê Capîapo yê 800 kîlometre li bakurê Santîago ye, di binê avê de man. Kesa bi navê Tîerra Amarîllo got, "Em razayî bûn, ber destê sibehê saet di 03:00 de lehî rabû. Heta ji me hat me rahişt alavên xwe û em reviyan."
Li herêmê, ji ber lehiyê 10 kes mirin û 19 kes winda ne. Lehiyê bandor li herêma Atacama ya Şîlî jî kiriye.