Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin rêxistina olî ya tund Boko Haram a li bakurê Nîjerya, Çad, Kamerûn û Nîjerê bi bandor e, ji destpêka sala 2014'an û vir ve 7.300 sîvîl qetil kiriye.
Berpirsyara Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Kyung-wha Kang, roja Duşemê li Konseya Ewlekariyê ya NY daxuyaniyek da û ragihand ku Boko Haram ji destpêka sala 2015'an û vir ve jî 1000 sîvîl qetil kiriye.
Kang di axaftina xwe de diyar kir ku li herêmên Boko Haram lê bi bandor e sûcên giran ên mirovahiyê yên mîna tecawiz, bazirganiya zarokan û qirkirina etnîkî rû didin û anî ziman ku li van herêman 300 dibistan hatine şewitandin û bi tenê ji sedî 40 ê sîstema tenduristiyê dixebite.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Afrîkayê Mohamed Îbn Chambas jî di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de hişyarî da û anî ziman ku li herêmên ketine binê kontrola yekîneyên taybet ên ji leşkerên Nîjerya, Nîjer, Çad û Kamerûnê, mafên mirovan tên binpêkirin.
Chambas da xuyakirin ku soza girêdana bi DAIŞ'ê re ya Boko Haram, karekî ji o naskirin an jî sûdwergirtina ji derfetên DAIŞ'ê ye. Chambas diyar kir ku Boko Haram bi sondxwarina dilsoziya bi DAIŞ'ê re hewl dide nîşan bide ku ajandaya wê bi Nîjeryayê bi sînor nîne.
Boko Haram a ji sala 2009'an û vir ve li bakurê Nîjeryayê bi bandor e, rê li ber mirina bi hezaran kesî û koçberbûna bi mîlyonan mirovî vekir.