Civîna Bilind a Ereban, ku li bajarê Şarm El Şêx ê Misirê civiya, di mijara avakirina artêşeke hevpar de ji aliyê prensîbê ve li hev kir. Ceribandina destpêkê ya vê artêşê, bi destwerdana li Yemenê re hat kirin.
Rêveberên 22 welatên Yekîtiya Ereb, li bajarê Şarm El Şêx ê li peravê Derya Sor di 29'ê Adarê de li hev civiyan. Cihê endamê Yekîtiya Ereb Sûriyeyê jî vala ma.
Di civîna hevpar a piştî destwerdana li Yemenê pêk hat de, avakirina artêşa hevpar rojeva bingehîn bû. Serokdewletê Misirê Abdûl Fetah El Sîsî da xuyakirin ku ji aliyê prensîbê ve wan li ser avakirina artêşa hevpar de li hev kirine. El Sîsî ev çend meh in dixwest artêşeke hevpar were avakirin.
Rêveberên Ereb, ji bo yekbûyîn, pêşvebirin û diyarkirina armancên vê hêza herêmî, mehek dem ji hev re nas kirin. Artêşa hevpar wê bi pêkanîna 'destwerdanên leşkerî yên bi lez' re erkdar be.
Yekîtiya Ereb beriya niha bi çend mehan dabû xuyakirin ku li dijî DAIŞ a sûcê li hemberî mirovahiyê dike, pêwîstî bi hêzeke bi vî rengî heye.
Lê belê tê gotin ku sedema bingehîn a avakirina vî hêzî, Îran e. Ji belavbûna DAIŞ'ê li Iraq, Sûriye, Lîbya, Tûnis û Yemenê wêdetir, bandora Îranê ya li herêmê, bi taybetî jî li Yemenê, welatên Ereb ditirsîne.
Hêza Ereb a Sûnî ku Parîs û Washîngton jî destekê didin, Tehranê bi destekdayîna hêzên mîlîs ên li Yemenê sûcdar dike. Hûsiyên Şîa yên li Yemenê, di meha Çileyê de piştî ku Serokê Yemenê Abd Rabbo Mansûr Hadî ji paytext Sana derxistin, di meha Adarê de ji Adenê jî revandibûn.
Daxuyaniya artêşa hevpar a welatên Ereb, piştî destwerdana li Yemenê hat dayîn.
Koalîsyoneke Ereb a 10 welatî, ku Erebîstana Siûdî serkêşiya wê dike, ji roja Pêncşemê û vir ve mîlîsên Hûsî yên Şîa ku tifaqa Îranê ne, li Yemenê bombebaran dike. Ev operasyona welatên Ereb, ji bo artêşa hevpar a dema pêş, weke testekê ye.