Li Iraqê 500 polîs ji kar hatin derxistin

Wezareta Karên Hundir a Iraqê, 500 leşker û hêzên ewlekariyê yên tevlî operasyonên li hemberî DAIŞ'ê nebûn û reviyan, ji kar derxist.

Wezareta Karên Hundir a Iraqê, 500 leşker û hêzên ewlekariyê yên tevlî operasyonên li hemberî DAIŞ'ê nebûn û reviyan, ji kar derxist.

Fermandarê Hêzên Polîs ê Ambarê yê Iraqê Rûkm Kazim Fehdawî bi daxuyaniyekê ragihandin piraniya 500 kesên ji kar hatine derxistin polîs in. Fehdawî diyar kir ku bi biryara Wezareta Karên Hundir re 500 kes ji kar hatine derxistin. Hat gotin ku 500 kesên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî navçeya Bagdadî ya paytext Bexdayê li ber xwe nedan û ji eniya şer reviyan polîs û  fermandarên hêzên destwerdana lezgîn a polîsan e. Li gorî agahiyan, beşek ji kesên ji kar hatine derxistin bi hêzên ewlekariyê yên Hedîse, Perwane û Bexdayê ve girêdayî bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên mijara gotinê ji ber li ber xwe nedane, jiyana gelek Iraqiyan xistine tehlûkeyê.