Li Bangladeşê nivîskareke din hate kuştin
Li paytexta Bangladeş a Dakkayê nivîskareke din ê blogê bi êrîşeke sentûrê hate kuştin.
Li paytexta Bangladeş a Dakkayê nivîskareke din ê blogê bi êrîşeke sentûrê hate kuştin.
Li paytexta Bangladeş a Dakkayê nivîskareke din ê blogê bi êrîşeke sentûrê hate kuştin.
Nivîskar Waşîkûr Rahman îro, çend metre li dûrê mala xwe li rastî êrîşa bi sentûran hat û di encamaê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên rayedarên polîsên herêmî dane AFP’ê Rahmanê 27 salî ji ber rexneyên ku dikir dihate nasîn.
Hate diyarkirin ku du kesên êrîşkar hatine binçavkirin. Di daxuyaniya polîsên Dakka de hate diyarkirin ku kesên hatine girtin xwendekarên fakuleteya îlahiyatê ne.
Meha sibatê jî nivîskar Avijit Roy di encama êrîşeke bi vî rengî de, li Bangladeşê jiyana xwe ji dest da. Hevsera Roy jî di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû.-