Balafirên rêwiyan wê êdî karibin sotemeniya xwe li hewa tedarik bikin

Hat ragihandin ku balafirên rêwiyan demeke kurt piştî rabûnê wê karibe li hewayê pêwîtiya xwe ya bi sotemeniyê tedarik bike. Bi saya vê yekê re wê bi qasî rêjeya ji sedî 20'î teserûfa sotemeniyê were kirin.

Hat ragihandin ku balafirên rêwiyan demeke kurt piştî rabûnê wê karibe li hewayê pêwîtiya xwe ya bi sotemeniyê tedarik bike. Bi saya vê yekê re wê bi qasî rêjeya ji sedî 20'î teserûfa sotemeniyê were kirin.

Di belavoka ji aliyê Dibistana Bilind a Zanistên Bicihanînê ya Zurichê de hat ragihandin ku balafirên rêwiyan, demeke kurt piştî rabûnê wê bi rêya "stasyonên sotemeniya balafirê" karibin li hewayê îkmala sotemeniyê bikin.

Amadekarên vê projeyê dibêjin, stasyonên difirin wê di ragihandina hewayî de şoreşê pêk bînin.

Projeya bi navê "Recreate" di encama xebata hevpar a sê salan a Dibistana Bilind bi neh saziyên pênc welatên Ewropayê re hat amadekirin. Proje ji aliyê Laboratûara Fezayî û Ragihandina Hewayî ya Neteweyî ya Hollandayê ve tê birêvebirin.

Armanca vê teknîka ku ji xwe di karê leşkerî de tê bikaranîn 'kêmkirina bikaranîna sotemeniyê' ye.

Depoya dagirtî ya sotemeniyê ji bo rabûna balafirê weke astengiyeke mezin tê dîtin. Ji xwe rezervên sotemeniyê yek ji sê parê giraniya giştî ya balafirê ne.

Li gorî lêkolînê, balafir dikare bi sotemeniyeke kêmtir rabe û dema xwe gihand bilindahiya 10 hezar metreyî dikare îkmala sotemeniyê bike.

Ji Zanîngeha Zurichê berpirsyarê projeyê Leonardo Manfrîanî diyar kir ku ev stasyonên difirin divê ji aliyekî ve dûrî wargehan be, li aliyê din jî nêzî koprîdorên bingehîn ên hewayî bin. Li gorî hesabên lêkolîneran, îkmala li hewa wê ji sedî 20 ê bikaranîna sotemeniyê kêm bike.