Gelê Tûnisê li dijî terorîzmê diherike kolanan

Gelê Tûnisê li dijî êrîşa barbarî ya 18'ê Adarê ya li Muzeya Bardo, dadikeve kolanan. Tê payîn ku bi deh hezaran mirov îro beşdarî çalakiya bi navê 'li dijî terorîzmê tifaqa pîroz' bibin.

Gelê Tûnisê li dijî êrîşa barbarî ya 18'ê Adarê ya li Muzeya Bardo, dadikeve kolanan. Tê payîn ku bi deh hezaran mirov îro beşdarî çalakiya bi navê 'li dijî terorîzmê tifaqa pîroz' bibin. Her wiha wê gelek kesayetên ji welatên cuda yên cîhanê jî tevlî çalakiyê bibin.

Di êrîşa DAIŞ'ê ya 18'ê Adarê ya li hemberî muzeyeke li paytext Tûnisê de, Ewropî jî di nav de 21 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Bi armanca protestokirina komkujiyê wê li Meydana Bab Sadûn a li paytext Tûnisê saet di 12'an de meş were lidarxistin û heta Muzeya Bardo dewam bike.

Tevî rayedarên Tûnisî wê serokdewletên Fransa, Polonya û Fîlîstînê û wezîrê karên derve yê Spanyayê jî beşdarî meşê bibin. Tê gotin ku serokên dewlet û hikûmetên Îtalya û Cezayîrê, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî beşdar bibin.

Tevî serokên dewlet û hikûmetan tê payîn ku gelek nûnerên partiyên siyasî û kesayeten Ewropî cihê xwe di çalakiyê de bigirin. Partiya Ennahda ya Îslamî jî ku hevparê desthilatdariyê ye ragihandibû ku ew ê tevlî çalakiyê bibe. Ev daxuyanî ji aliyê gelek sendîka û saziyan ve hatibû rexnekirin.

Li aliyê din, Muzeya Bardo ya di 18'ê Adarê de bû hedefa êrîşeke giran, tê payîn ku sibehê li serdanan bê vekirin. Muzeyê, piştî êrîşê yekemcar roja Înê deriyên xwe li xwendekarên dibistanên navîn û lîseyê vekiribû.