Boko Haram fermana kuştina hemû jinan da
Lîderê rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê sûcên hovane yên li dijî mirovahiyê dike, li herêma Gwoza ku xelîfetiya xwe lê ragihand, fermana kuştina hemû jinan da.
Lîderê rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê sûcên hovane yên li dijî mirovahiyê dike, li herêma Gwoza ku xelîfetiya xwe lê ragihand, fermana kuştina hemû jinan da.
Lîderê rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê sûcên hovane yên li dijî mirovahiyê dike, li herêma Gwoza ku xelîfetiya xwe lê ragihand, fermana kuştina hemû jinan da.
Şefê Boko Haram Ebûbekîr Şeko, par li herêma Gwoza xelîfetiya xwe ragihandibû. Artêşa Nîjeryayê beriya hilbijartinên serokkomariyê dabû xuyakirin ku wan di 27'ê Adarê roja Înê de bajar rizgar kirine.
Cotkar Ûsman Elî yê 35 salî ku tê gotin bi zorê neçar maye di nava refên Boko Haram de cih bigire, komkujiyeke ku jê re şahidî kir ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê re vegot.
Ûsman Elî diyar kir ku endamên Boko Haram di êvara 13'ê Adarê de hatine gundê wî Kîlekasa yê 55 kîlometre dûrî bajarê Gwoza ye.
Ûsman Elî anî ziman ku Boko Haram hemû şêniyên gund ên dikarin rahêjin çekê kom kiriye û ji wan re gotiye "Rêyeke we ya din nîne." Elî ragihand ku kesekî xwest bireve li ber çavê her kesî hatiye qetilkirin.
Ûsman Elî got, "Di 15'ê Adarê roja Yekşemê de Şeko, em jî di nav de hemû mêr kom kir û ji me re axivî. Piştî vegera Gwoza xwest divê hemû jinên mayî werin kuştin. Got ku eger wan nekujin, wê nikaribin li bihuştê wan bibînin. Em birin Gwoza û me li wê derê ji komkujiyê re şahidî kirin."
Endamên Boko Haram, mîna DAIŞ a serê xwe li ber tewandiye, li herêmên dagir kiriye jinan bi zorê dane şervanan.
Ûsman Elî got, "Gelek jin li hev kom kirin û gule li wan reşandin" û anî ziman ku yek ji van jinan jî ducanî bû.
Ûsman Elî got, "Jineke ducanî ku kêm mabû bebeka xwe bîne dinyayê xwest, ku heta bebeka xwe bîne dinyayê bijî, lê belê ev daxwaza wê hat redkirin."
Cotkar Elî diyar kir ku di roja komkujiyê de ew li gundê xwe Kîlekasa vegeriya ye û piştî reşahî ketiye erdê, reviya ye paytexta eyaleta cîran Adamawa Yola.
Şahid Elî got, "Ez nizanim çi bi serê mirovên li gund hat. Dema em çûn Gwoza em li şopeke keçikên Chîbok rast nehatin. Dibe ku biribin cihekî din."
Kîlekasa 15 kîlometre dûrî gundê Chîbok e. Li Chîbokê di Nîsana 2014'an de zêdeyî 200 zarokên keç ên xwendekarên lîseyê hatibûn revandin.