Êrîşên koalîsyona ku Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike li hember Yemenê didomin. Ji ber êrîşên li hember paytexta Yemenê Sana zêde bûn gelek welatan hemwelatiyên xwe kişandin. Serokdewletê Yemenê jî li paytexta Siûdî Erebîstanê Riyadê dimîne.
Li Yemenê li hember pêşdeçûna milîsên Hûsî êrîşên koalîsyona ku ji gelek welatên Ereb pêk tên û Siûdî Erebîstan serkêşiya wê dike didomin. Bi zêdebûna êrîşan re gelek welatan hemwelatiyên xwe ji Yemenê kişandin.
Li duyemîn bajarê mezin ê Yemenê Adenê jî di navbera milîsên Hûsî û hêzên rejîmê de şer û pevçûn bi dijwarî didomin.
200 XEBATKARÊN NY Û NÛNERTIYÊN BIYANÎ JI YEMENÊ HATIN DERXISTIN
Bi zêdebûna şer û pevçûnan re ku pirsgirêkên cidî rû didin, Neteweyên Yekbûyî (NY), sefaretcane û şîrketên biyanî 200 xebatkarên xwe ji Yemenê derxistin.