Li Yemenê kampa sivîlan hat bombekirin

Hêzên koalîsyonê yên di pêşengiya Siûdî Erebîstanê hatin gel hev, li bajarê Hacca yê Yemenê, êrîşî kampeke ku mexdûrên şer têde bi cih bûne kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da 30 kes jî birîndar bûn.

Berpirsyarê Bernameya Rojhilata Navîn a Doktorên Sînornenas (MSF) Pablo Marco, piştrast kir ku 15 cenaze anîne Kampa El Marzak a li nêzî kampa hatiye bombekirin e. Di heman demê de 30 birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Marco, anî ziman ku mirovan ji ber êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest dane û îhtîmala mirî zêdetir bin heye.

Buroya ji Alîkariyên Însanî Berpirsyar a NY a li Yemenê diyar kir kiribû êrîşek hewayî pêk hatiye lê mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Ji Pêncşema buhrî heta niha koalîsyona di pêşengiya Siûdî Erebîstanê ya ji 9 welatên bendavê pêk tê li Yemenê milîsên Hûsî bombardûman dikin.