Di hevdîtinên giştî yên cemaweriyê yên li Elmanya de lihevkirina qismî
Di hevdîtinên giştî yên 800 hezar karker û karmendên li saziyên cemaweriyê yên eyaletên Elmanyayê eleqedar dikin de, lihevkirineke qismî pêk hat.

Di daxuyaniya Wîllî Rûss de, ku li ser navê Yekîtiya Sendîkayên Karmendên Elman (DBB) beşdarî muzakereyan bû, hat piştrastkirin ku di hevdîtinên roja çaremîn de li hev hatiye kirin. Li gorî vê yekê, mehaneyên karker û karmendên li saziyên eyalet îsal ji sedî 2,1 hat zêdekirin û wê di sala pêş de jî ji sedî 2,3 bê zêdekirin. Zemên mehaneyan herî kêm wê 75 Euro be.
Di mijara mafên 200 hezar perwerdekar û mamosteyên xwedî peyman, ku çend hefte berê ketin grevê de, hînê li hev nehatiye kirin. Sendîka dixwazin mehaneyên karkeran herî kêm bi 175 Euroyî werin zêdekirin.