Bexda ji bo Hewlêrê 412 milyon dolar dişîne

Wezîrê Darayî yê Iraqê aşkera kir ku wê hikûmeta Bexdayê 412 milyon dolar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ji ajansa nûçeyan a Franse AFP re axivî û got: “Biryar hate dayin ku Wezareta Darayî ji bo lêçûnên meha Sibatê 490 milyon Dînarê Iraqî bişîne.”

Zêbarî lêçûnên ji bo hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê jî di nava vê yekê de ne. Meha berfanbarê di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê de peymanek hatibû îmzekirin.

Li gorî vê peymanê divê Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar varêl petorl bihinêre ji bo hesabê hikûmeta navendî û ji herêma Kerkûkê jî 300 hezar varêl bihinêre. Li hemberî vê jî divê Bexda jî para butçeya neteweyî ya Herêma Başûrê Kurdistanê bide.

Zêbarî da zanîn ku Herêma Kurdistanê îsal bi awayekî kêmtir ji salên din petrolê şandiye derve û diyar kir ku heta niha Bexdayê hejmara pereyê ku wê bide Herêma Kurdistanê aşkere nekiriye.

Zêbarî got: “Lê her du alî jî dilsoziya xwe ji bo peymanê nîşan dane.”