GfbV: Kêm maye DAIŞ hemû cihên Xiristiyanan tine bike

Li bajarên Iraq û Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne, sembolên dîrokî yên Xiristiyanan ji holê tên rakirin.

Saziyên mafên mirovan hişyarî dan, ku li herêmên di destê çeteyan de ne di serî de dêr û keşîşxane gelek cih û berhemên olî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne.

Rêxistina Gelên bi Gefê re Rûbirûne (GfbV) daxuyaniyek da çapemeniyê û hişyarî da ku hemû sembol û berhemên olî yên Xiristiyanan ên li Iraqê bi tinebûnê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya operasyona leşkerî ya li hemberî Mûsilê çeteyên DAIŞ'ê wê hemû dêr û keşîşxaneyên li bajêr xera bikin.

Li gorî daxuyaniya GfbV a li Elmanayê kar dike, li herêmên Iraqê yên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, kêm maye hû şopên Xiristiyanê jê here birin. Saziyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2014'an de 57 dêr li Iraqê hebûn û ji van bi qasî 40 jê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine tinekirin.

Li gorî GfbV, di sala 2003'an de bi qasî 300 heta 350 dêr li Iraqê hebûn û ji van bi qasî 35 li Mûsilê bûn. Di heman demê de bi qasî 50 hezar Xiristiyan li Mûsilê dijiyan, lê îro hemû neçar man koç bikin.