HIIK: Di sala 2014'an de 424 şer û pevçûn qewimîn

Di sala 2014'an de li gorî salek beriya wê hejmara şer û pevçûnan zêde bû. Par 424 pevçûn qewimîn û 21 ji van jî ji ber asta xwe ya şîdetê di kategoriya 'şer' de bûn.

Li gorî rapora pevçûnan a bi navê "Conflict Barometre 2014" a ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Pevçûna Navneteweyî ya Heidelbergê, hejmara herêmên şer û pevçûnan ên li gelemperiya cîhanê bûye 424. Li gorî sala 2013'an de hejmara pevçûnan 10 qat zêde bû û 21 ji van pevçûnan di 'kategoriya şer' de ye.

Li gorî xebata salane ya enstîtuyê, parzemîna Ewropa ji ber pevçûnên li Ûkraynayê piştî şerê Gurcîstanê yê sala 2008'an yekemcar veguheriye qada şer. Ji pevçûnên di asta şer de tên nirxandin 9 jê li herêma Rojhilata Nêz û Rojhilata Navîn e, 9 jê li Afrîkayê ne. Krîza li Gazzeyê ku di sala 2013'an de di kategoriya 'pevçûnê' de hat nirxandin, di sala 2014'an de ji nû ve weke 'şer' hat destnîşankirin.

Lêkolînerên Barometre dan xuyakirin ku şerê çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê dane destpêkirin rîsk heye ku li welatên din jî xwe bidin der û ragihandin ku terorîstên Boko Haram bi heman rengî welatên cîranê Nîjeryayê kişandiye nava şer. Hat gotin ku li welatên Boko Haram lê di nava tevgerê de ye, ji sala 2009'an û vir ve herî kêm 10 hezar kes di şer de jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî mîlyonek mirov ji cih û warên xwe bûne.

Di kategoriya lihevnekirin û pevçûnên navbera dewletan de jî krîzên Hîndîstan-Pakîstan û Rûsya-DYA hatin nîşandan.  Her wiha tengezariya di navbera NATO, YE û Çînê de jî hatin nîşandan. Conflict Barometer diyar kir ku li Başûrê Amerîkayê 9 cihen pevçûn û krîzê hene û şerê navxweyî yên li Kolombiyayê weke ya herî dijwar a li vê herêmê hat nîşandan.

Conflict Barometer a ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Pevçûnan a Navneteweyî ya Heidelbergê ve tê tamadekirin, ji sala 1992'an û vir ve bi awayekî rêk û pêk tê weşandin.