Li Arjantînê stargeheke Naziyan a ji sala 1940’î mayî hat dîtin
Tê îdîakirin stargeheke Naziyên ku wek sûcdarên şer ên ji piştî Duyemîn Şerê Cîhanê reviyane Arjantinê, tên zanîn hatiye dîtin.
Tê îdîakirin stargeheke Naziyên ku wek sûcdarên şer ên ji piştî Duyemîn Şerê Cîhanê reviyane Arjantinê, tên zanîn hatiye dîtin.
Tê îdîakirin stargeheke Naziyên wek sûcdarên şer ên ji piştî Duyemîn Şerê Cîhanê reviyane Arjantinê, tên zanîn hatiye dîtin.
Ji aliyê arkeologên Zanîngeha Buenos Aîres ve li herêma daristanê ya eyaleta Mîsîones lêkolînek hat kirin û di encama lêkolînê de bermahiyeke ku tê texmînkirin a Naziyane hat dîtin. Bermahiyên li nêzî Parka Xwezayî ya Teyû Cuare hat dîtin, tê texmînkirin ku ji aliyê Naziyên sûcdarên şer yên piştî Duyemîn Şerê Cîhanê reviyane Arjantînê, hatiye dîtin.
Serokê ekîba lêkolînê Daniel Schávelzon, diyar kir di stargehên ku dîtin de pereyên madenî yên Elman yên sala 1938 û 1941’ê ne û posterên marka Meîbner hatine dîtin. Hat gotin ku hinek sembolên agahiyên der barê Naziyan de didin hatine dîtin.
Schavelzon ji rojnameya Clarîn re axivî û got ku avahî û stargeh bi awayekî Nazî xwe veşêrin hatine avakirin.
Schavelzon anî ziman ku encameke teqez ya der barê ev projeyeke Naziyane negirtine dest û ligel vê niha nekare tiştekî din bêje. Schavelzon bi lêv kir bermahiyên îtine ne li gorî mîmariya herêmê ye.
Her wiha hat gotin ku kavilên hatine dîtin li sînorê Paraguaye û piştî hatiye avakirin qet nehatiye bikaranîn. Tê texmînkirin ku Nazî piştî şer bi rehetî li Arjantînê dikarîn bigerin û ji ber vê jî stargeh bikar neanîne.
Piştî Duyemîn Şerê Cîhanê bi hezaran Nazî bi sedema sûcên şer reviyabûn welatên din. Li gorî daneyên Komîsyona Ronîkirina Xebatên Nazî ya Arjantînê (CEANA) piştî şer nêzî 180 sûcdarên şer reviyabûn vî welatî.