Serlêdanên penaberiyê yên ji bo YE’yê ji sedî 44 zêde bû
Di salên dawî de serlêdanên ji bo penaberiyê yên bi pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo Ewropayê hatin kirin bi awayekî cidî zêde bûn.
Di salên dawî de serlêdanên ji bo penaberiyê yên bi pevçûnên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo Ewropayê hatin kirin bi awayekî cidî zêde bûn.
Sala buhrî serlêdanên penaberiyê yên ji bo Welatên Ewropa hatin kirin li gorî sala 2013’an ji sedî 44 zêde bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Îstatîstîka Yekîtiya Ewropayê (Eurstat) ve hatiye dayîndi 2014’an de li tevayî YE’yê serlêdanên ji bo penaberiyê gihiştiye 626 hezarî. Li gorî sala 2013’an 191 hezar zêde bûye û ev rêje ji sala 1998’ê heta niha hejmara herî zêde ye.
Li gorî daneyên Eurostat serlêdanên di 2014’an de hatine kirin ji 5’an yek (123 hezar) serlêdan ji aliyê Sûriyeyiyan ve hatiye kirin. Di rêza duyem de jî bi 41 hezar û 300 kesî Afganan û bi 37 hezar û 900 kesî jî Kosovayiyan kiriye.
Ji sêyan yek serlêdan ji bo Elmanyayê hatine kirin. 203 hezar serlêdan ji bo Elmanyayê hat kirin û Elmanyayê di rêza yekem de cih girt. Ji bo Swêdê 81 hezar, ji bo Îtalyayê 65 hezar, ji bo Fransayê 63 hezar, ji bo Macarîstanê 42 hezar îltîca hatin kirin. Ji bo Estonyayê 155 û Slovakyayê 330, Letonyayê jî 375 serlêdan hatin kirin.
Li gorî sala 2013’an serlêdanên herî zêde ji sedî 143 li Îtalyayê hatiye kirin û li Elmanyayê jî ji sedî 60 bû.
Dema ku li gorî nifûsa welatan serlêdan li ber çavan bê girtin herî zêde serlêdan ji bo Swêdê çêbûye. Li Swêdê her serî 100 hezar kesî, 8,4 serlêdan ji bo penaberiyê hatine kirin û li Komara Çek, Hirvatîstan û Estonya ji sedî 1 ma.