Siûdiyî wê vîzeyê nedin karsazên Swêdî

Krîza dîplomatîk a di navbera Erebîstana Siûdî û Swêdê de, li qada aboriyê jî xwe da der. Siûdiyan biryar dan ku vîzeyê nedin karsazên Swêdî yên dixwazin werin welatê wan.

Li gorî agahiyên ji aliyê berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Swêdê dayî, rêveberiya Erebîstana Siûdî ragihand ku ew ê vîzeyê nedin karsazên Swêdî. Ev biryara ku ji hikûmeta Swêdê re hat ragihandin, nuqteya dawî ya asta krîza dîplomatîk a di navbera her du welatan de radixe pêş çavan.

Serokwezîr Stefan Lofven der barê biryara Erebîstana Siûdî ya li ser nedana vîzeyê ji bo karsazên Swêdî daxuyaniyek da û got, "Ev yek bêguman rewşeke qet ne baş e."

Hêjayî gotinê ye, ji ber binpêkirina mafên mirovan Swêdê dabû xuyakirin ku ew peymana firotina çekan a ji bo Erebîstana Siûdî betal dikin û li ser vê yekê alozî derketibû.

Piştî ku axaftina Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom a li civîna Lîga Ereban a li Qahîreyê ji aliyê Siûdiyan ve hat astengkirin, Erebîstana Siûdî Sefîrê xwe yê bilind ê li Stockholmê vekişandibû.

Siûdî îdîa dikin ku rexneyên hikûmeta Swêdê yên li ser binpêkirina mafên mirovan, 'hewldana tevlîbûna li karên navxweyî yê welatê wan' e.

Di civîneke roja Pêncşemê ya di navbera hikûmeta Swêdê û karsazan de, karsazan hişyarî dabûn ku betalkirina peymana çekan 'wê encamên neyînî' bi xwe re bîne.