Bîlançoya giran a Ebola: 10 hezar kes mirin
Belavbûna şewba Ebola li Rojavayê Afrîkayê nasekine. Hejmara mirovên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan 10 hezar derbas kir. Di nava hefteya dawî de 400 kes bi vîrûsê ketin.

Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hejmara mirovên bi vîrûsê ketine gihaştiye 24 hezar 350 kesî. Ji van 10 hezar 4 kes mirin.
Li Lîberyayê 9 hezar 343 kes bi vîrûsa Ebola ketin û 4 hezar 162 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Lîberyayê di bîlançoya dawî de nexweşên nû nehat tespîtkirin û ev yek jî weke pêşketineke erênî hat dîtin.
Li Sîerra Leone ku vîrûs herî zêde li vî welatî belav bû 11 hezar 667 kes bi vîrûsê ketin, ji van 3 hezar 655 kes mirin.
Li Gîneyê jî, ku şewbê jê derstpê kir, 3 hezar 300 kes bi nexweşiyê ketin, 2 hezar 187 ji van mirin.
Di vîrûsa ebola de ku di Adara par de belav bû, heta şeş mehên dawî her hefte bi qasî 300 nexweşên nû dihat tespîtkirin. Her çend ji bo vê nexweşiyê tedawiyek nehatibe dîtin jî ev kêmbûna hejmara mirovên bi vîrûsê dikevin, ji bo bidawîbûna şewbê di mehên pêş de, hêviyê dide.