Li Yewnanîstê xizanî zêde bû

Li Yewnanîstanê ji sala 2009’an heta niha ji ber krîz û polîtîkayên li ser gel tên kirin xizanî zêde dibe. Li gorî lêkolînekê, di navbera 2008-2012’an de li malbatekê di hatinê de ji çaran yek şûnde ketiye.

Enstîtuya Lêkolîna Konjonktor û Aboriya Makro ya girêdayê Weqfa Alman Hans-Bockler (IMK), li gorî aborîstên Yewnan lêkolînek kir û got reformên ku ji sala 2009’an heta niha li gel hatine ferzkirin xizanî zêdetir kiriye.

Di lêkolîne de hatina 260 hezar malbatî hate lêkolîn kirin û hat gotin ku hatina gelê Yewnanîstanê di navbera 2008-2012’an de ji çaran yek şûnde ketiye.  Tiştên bandor li ser vê kiriye kêmkirina di heqdest û maaşan de hatiye kirinê ye. Hat hînbûn ku birîna maaşan ji sedî 50 bandor li ser hatina gelê Yewnanê kiriye.

Ligel vê di betaliyê de jî zêdebûnek cidî heye. Di heman demê de zêdebûnên di bacan de hatin kirin di asta hatinê de ketinek cidî hat jiyîn.  Ji ber bacan di hatina malbatan de ji sedî 9 şûnde ketinek çêbû.

Li gorî lêkolînê de di sala 2012’an de li Yewnanîstanê gelek malbat hatina wan ya salane di bin 7 hezar euroyî de ma û wendahiya hatina malbatên xizan jî ji sedî 86 bû. 

Dîrektorê IMK’ê yê lêkolîn kir, Gustav Horngot saziyên navneteweyî li Yewnanîstanê polîtîkayên ‘dij-civakî û wateya kurt’ xistiye dewrê.