Li 4 welatan operasyona li dijî rêxistina sûc: 26 binçavkirî

Hat ragihandin ku di operasyonên Ofîsa Polîsê Ewropa (Europo) de rêxistineke sûc a 'organîzeyî' ku di navbera Çîn û welatên Ewropayê de qaçaxçitiya mirovan dikir, hedef hatiye girtin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di operasyonên li hemberî bazirganiya mirovan a li welatên Ewropayê de, herî kêm 26 kes hatine binçavkirin. Di çarçoveya operasyonên li 4 welatan de, hêzên ewlekariyê avêtin ser bi qasî 300 kargehên Çîniyan.

Di daxuyaniya Europol de hat ragihandin ku operasyon li Awûstûrya, Qibris, Slovenya û Swîsreyê pêk hatine û piraniya wan welatiyên Çînî nasnameya 154 kesî hatiye kontrolkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên hatine binçavkirin, karê fûhûşê jî di nav de bi dokûmanên sexte mirovan bi qaçaxî tînin welatên Ewropayê ji bo di karên qaçax de bixebitînin.

Tê gotin ku di dema operasyonan de 14 kesên di hedefa rêxistina sûc a mijara gotinê de bû, hatine ewlekirin.