Dêra Protestan: Ji bilî dayîna çekan ji bo Kurdan ti çare nîne

Dêra Protestan bang kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê hîn bêhtir alîkariya çekan ji Başûrê Kurdistanê re were dayîn.

Dêra Protestan bang kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê hîn bêhtir alîkariya çekan ji Başûrê Kurdistanê re were dayîn.

Serokê Konseya Dêra Protestan a Elmanya (EKD) Heinrich Bedford-Strohm diyar kir ku divê ji bo têkoşîna li dijî barbariya DAIŞ'ê çek ji Başûrê Kurdistanê re were dayîn. Bedford-Strohm ji Spiegel Online re axivî û destnîşan kir ku ji bo parastina ji komkujî û mirinan, ji bilî alîkariya çekan ti rêyeke çareseriyê nîne.

Bedford-Strohm da xuyakirin ku li hemberî êrîşên li dijî Xiristiyanên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, pêşmerge "yekane hêza parastinê" ya têdikoşe ye û xwest, hîn bêhtir alîkariya çekan ji pêşmergeyan re bê dayîn. Bedford-Strohm da zanîn ku ji bo parastina Xiristiyanan û hemû hindikahiyan ji çeteyên DAIŞ'ê, divê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi berpirsyarî rabe û anî ziman ku di rewşeke berevajî de girîng e ji pêşmergeyan re çek were dayîn.

Serokê Konseya EKD bang li Misilmanan jî kir û got, "Girîng e Misilman der heqê kevneşopî û pirsgirêka şîdetê de nêzîkatiyeke rexnedayînê nîşan bidin."

Bedford-Strohm bang li bajar û komunên Elman jî kir ku selefiyên meyla xwe ji şîdetê re heye tespît bikin û ji bo van mirovan qezenç bike, xebatan bimeşînin.

Hikûmeta Elmanyayê, piştî komkujiya DAIŞ'ê li Şengalê kir, bi armanca biçekkirina pêşmergeyan alîkariya çekan a ji 70 mîlyonî dabû Başûrê Kurdistanê. Lê belê beşeke biçûk a vê alîkariyê ji çekên giran pêk dihat.