Artêşa Polonya wê bi komên paramîlîter re hevkariyê bike

Ji ber şerê navxweyî yê zêdeyî saleke li Ûkraynayê dewam dike, 'îhtirazên' li qada parastinê ya Polonyayê zêde bûn. Artêş xwe amade dike ku bi komên paramîlîter re hevkariyê bike.

Der barê mijarê de Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Polonyayê Stanîslav Kozîej di konferansa li Varşova de peyivî û anî ziman ku komên paramîlîter ên di parastina welêt de dikarin ji yekîneyên artêşê re bibin alîkar tên avakirin. Kozîej îdîa kir ku armanca wan ne 'avakirina artêşeke duyemîn' e û diyar kir ku zêdekirina organîzasyonên parastina sivîl ji bo xurtkirina ewlekariya welêt, 'gaveke girîng' e.

Agahiyeke zelal nîne ku komên paramîlîter wê hevkariyeke bi çi rengî bi artêşa Polonyayê re bikin. Tê payîn ku detayên vê yekê di mehên pêş de diyar bibin. Lê belê plan tê kirin ku rezervîst û komên paramîlîter ên ser bi artêşê, perwerdeya hevpar bigirin û bi vê armancê qadên leşkerî yên artêşê bikar bînin.

Li Polonyaya ku hejmara artêşa wê 120 hezar leşker e, ji ber krîza Ûkraynayê ya ji par û vir ve, dijberiya li Rûsya zêde dibe. Hejmara Polonyayiyên ku di wê baweriyê de ne ku Rûsya dikare welatê wan dagir bike, zêde dibe. Tê gotin ku ji par û vir ve tevî perwerdeya bikaranîna çekê, eleqeya ji perwerdeya leşkerî re zêde bûye.

Hînê di bin sîwanê 120 komele û organîzasyonan de ji 45 hezar kesî re dersên leşkerî, bikaranîna çekan û dersên taktîkî tên dayîn.