NY: Dibe ku êrîşên li ser Êzidiyan weke qirkirinê bê qebûlkirin
Nûnertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyi di raporek weşand de, diyar kir ku dibe ku êrîşên komên DAIŞ’ê li hemberî Êzidiyan pêk anîn weke qirkirin bê qebûlkirin.
Nûnertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyi di raporek weşand de, diyar kir ku dibe ku êrîşên komên DAIŞ’ê li hemberî Êzidiyan pêk anîn weke qirkirin bê qebûlkirin.
Nûnertiya Mafê Mirovan a NY di rapora xwe de cih dide sucên weke kuştin, cinayet, îşkence, tecawiz û çekdarkirina zarokan a ku ji Hezîrana 2014 ve li hemberî ol û komên cûda tê pêşxistin.
Nûnertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku dibe ku hinek ji van sûcan weke qirkirin bên qebûlkirin.
Tabloya di raporê de cih digire, êrîşên li hemberî Êzidiyan hatine destnîşankirin û tê diyarkirin ku DAIŞ dixwaze tevahiya Êzidiyan tine bike.
Lêpirsînerên raporên gotin: “Ev yek bi awayekî xurt nîşan dide ku Dewleta Iraq-Şam a Îslamê qirkirinekê pêk anîbe.”
Ev rapora NY ji agahî û belgeyên ku lêpirsînerên ku Nunertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyi şandine herêmê kom kirine, pêk tê. Di raporê de cih didin şahidiya zêdetirê sed kesên li Iraqê.
Roja 3’yê Tebaxa 2014 de, çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengalê û di encamê de bi hezaran kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û bi hezaran kes hatin revandin. Di nava kesên hatine qetilkirin, tecawizkirin û firotin de gelek keç jî hene. Heta niha têkildarî aqubeta kesên hatine revandin ti agahî tune ne. Bi sed hezaran kes neçar man ku ji ber êrîşan ji cih û warên xwe koçber bibin.
Lêpirsînerên raporê di rapora xwe didin diyarkirin ku dibe di encama van êrîşan de gelek hevpeymanên mafê mirovan û peymanên navneteweyî hatibin binpêkirin.
Di berdewama raporê de tê diyarkirin ku bi awayekî zalim û hovane êrîş dibin ser gel û baweriyên Kurd, Şiî, Xrîstiyan, Tirkmen, Sabîî, Mandaî, Kakeyiyan.