Li Elmanyayê sala buhrî serlêdanên penaberiyê 200 hezar derbas kir û îsal di nava du mehan de 50 hezar derbas kir. CDU’yê daxwazên ku penaber xizmeteke baştir a tenduristiyê bibînin jî veto kir.
Alîkarê Serokê CDU’yê Thomas Strobl da zanîn ku ew li dijî derxistina qanûna ku xizmeta tenduristiyê ji bo penaberan hêsan dike, derdikevin. Strobl da zanîn ku di rewşeke wisa de wê Elmanya zêdetir eleqeya penaberan bikişîn û bi vî awayî li dijî mafê tenduristiyê yê bi sed hezaran derket.
Strobl got ku penaberên li Elmanyayê bi rêk û pêk ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê digirin û partiya wan di vê mijarê de ji guherînekê re ne amade ye.
Penaberên li Elmanyayê ku hejmara wan sed hezar derbas kiriye, xwedî mafên xizmeta tenduristiyê ya bi sînor in. Penaber beriya her dermankirinê divê ji yekîneyên îdarî yên bajar belgeya destûrê bigirin. Li Bremen û Hamburgê bi saya karneya tenduristiyê penaber dikarin biçin doktor. Lêçûnên tenduristiyê ji aliyê saziya sîgorteya federal AOK ve tê dayîn û ev lêçûn piştre ji aliyê îdareya bajar ve tê dayîn.