Li gorî nûçeya di Tagesschau de cih girtiye, wezîrê Karê Hundir yê Federal Thomas de Maîzîere hedef dike ku ji bo têkoşîna bi terorê re yekineyeke nû ava bike. Tê hedefkirin ku yekineya nû li yekineya operasyona taybet a girêdayê Rêxistina Polîsan a Federal GSG9 bê zêdekirin.
Li gorî agahiyên ku ji Komîsyona Karê Hundir ya Meclisa Federal hatiye girtin piştî bûyerên di meha Çile de li paytexta Parîs a Fransayê hatiye jiyîn şûnde polîs li ser vê nêrînê hevpar fikirîne. Yekineya bê avakirin wê li dijî êrîşkaran têbikoşe û wê xwedî ekîpmanên pêwist be.
Pisgirê karê Hundir yê Partiya CDU’yê Armîn Schuster got ji bo pêşî li êrîşên wek yên li Parîsê pêk hat bê girtin, yekineyên GSG9 qels dimîne.
Wezîrê Karê Hundir yê Federal Thomas de Maizière jî got wê bo yekineyên ewlehiyê zêdetir personel, amûr û teçîzat bê peydakirin. Ji ber vê yekê tê plankirin ku hejmara êlekên ku guleyan derbas nakin û wesayîtên zirxî bên zêdekirin.
Li gorî plana nû Daîreya Parastina Makeqanûnê (BfV), Teşkîlata Midûriyeta federal û Polîsê Federal (BKA) wê di navbera 2016-2019’an de bi giştî 750 personelên nû bigire.