Sala buhrî serlêdanên penaberiyê yên li Elmanyayê nêzî 200 hezarî bû û tê payîn îsal wê herî kêm 1,5 qat zêde bin. Eyalet jî diyar dikin ku wê hejmara penaberan di sala 2015’an de bigihêje 500 hezarî û divê li gorî vê amadekarî bên kirin.
Li gorî nûçeya di rojnameya Welt am Sonntag cih girtiye, hinek eyaletan diyar kirine texmînên der barê hejmara penaberan de zêde bûne û hatiye gotin ku girêdayî vê divê ji Butçeya Federal parek zêdetir bê veqetandin.
Eyaletên Nordrhein-Westfalen, Hessen, Schleswig-Holstein û Brandenburg dixwazin texmînên Daîreya Koçber û Penaberan a Federal (BAMF) yên der barê penaberan de ku 300 hezar bûye bila derkeve 500 hezarî. Di du mehên destpêkê yên îsal de 52 hezar serlêdan hatin kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Brandenburg, Karl-Heînz Schoroter, ji rojnameyê re axivî û got ku li tevayî cîhanê ji ber zêdebûna pevçûn û şer hejmara penaberan wê bi awayekî cidî zêde bibe.
BAMF DI TEXMÎNÊN 2015’AN DE ISRAR DIKE
Di 2014’an de li Elmanyayê bi giştî 203 hezar serlêdanên penaberiyê çêbûn. BAMF dibêje wê di sala 2015’an de ev hejmar bigihêje 300 hezarî. Eyalet jî texmîn dikin ku ev hejmar wê 500 hezar be. Lê BAMF der barê vê de sererastkirinekê nake.
Li gorî nûçeya di Welt am Sonntag de hatiye weşandin, BAMF wê der barê hejmara penaberan rojên pêş pêşniyaran jinûve bigire dest.
BUDÇE TINE
Eyalet daxwaz dikin ku divê nêrînên der barê hejmara penaberan de bê bilindkirin û ji Butçeya Federal alîkariya aborî ya ji bo komun û eyaletan bê zêdekirin. Hat gotin ku divê ji bo starbûna penaberan amadekarî bên kirin.
Serokwezîrê Eyaleta Brandenburgê Dîetmat Woîdke got ku ji ber sedema zêdebûne hejmara penaberan divê ji butçeya federal zêdetir alîkarî bê kirin. Woîdke anî ziman ku pirsgirêka penaberan pirsgirêka hevpar a dewletên federal û eyaletan e.