Ji artêşa Kolombiya operasyon

Li Kolombiyayê tevî agirbestê û hevdîtinên aştiyê jî ji ber operasyona leşkerî ya li navenda welêt şer rû da. Hat ragihandin ku di şer de 3 gerîlayên FARC û leşkerek mirine.

Li Kolombiyayê tevî agirbestê û hevdîtinên aştiyê jî ji ber operasyona leşkerî ya li navenda welêt şer rû da. Hat ragihandin ku di şer de 3 gerîlayên FARC û leşkerek mirine.

Operasyona leşkerî roja Şemiyê li bajarê Meta pêk hat. Li gor artêşa Kolombiya di şerê rû daye de 3 gerîla û leşkerek mirine, gerîlayek jî dîl hatiye girtin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiya (FARC) berî niha bi çend rojan bang li Serokkomar Juan Manuel Santos kir ku agirbesta ketiye talûkeyê rizgar bike. Ji ber êrîşên artêşê yên zêde bûne agirbest ketiye rewşeke xerab.

Muzakere ji sala 2012’an ve li Kuba didomin.