Di hilbijartinên Fransa de ji bo wekheviya jin-mêr modela 'bînom'
Îro li Fransa hijbijêr ji bo meclîsên bajêr çûn ser sindoqan. Çavlirê ye di yekemîn tûra hilbijartinan de partiyên rastgir ên radîkal û rastgirên navend nêzî hev û li pêş in.
Îro li Fransa hijbijêr ji bo meclîsên bajêr çûn ser sindoqan. Çavlirê ye di yekemîn tûra hilbijartinan de partiyên rastgir ên radîkal û rastgirên navend nêzî hev û li pêş in.
Di van hilbijartinan de modeleke nû ya cara yekemîn e tê pêkanîn hat pejirandin. Li kantonê namzet bi awayê bînom ku yek ji jin û yek ji mêr pêk tê di nav pêşbirkê de bin.
Di tûra yekemîn a li hilbijartinê îro yên li Fransayê modeleke nû ya hilbijartinan pêk tê. Li şûna 4 hezar û 35 kantonên ku di hilbijartinên berê de pêk dihat vê carê bi 2 hezar û 54 kanton hilbijartin pêk hatin.
Hêmana herî girîng a vê hilbijartinê pergala ku ji bo wekheviya jin-mêr e. Divê hilbijêr “bînom”eke ji jinek û mêrekî pêk tê hilbijêrin. Her kanton bi namzeteke dumend a ji jinek û mêrekî pêk tê dikevin hilbijartinê. Di encama vê de li her meclîsa bajêr wê hejmara jin û mêran weke hev be. Li cîhanê cara yekemîn e formuleke wiha pêk tê. Bînomek ji bo di tûra yekemîn de bi ser bikeve divê ji sedî 50 zêdetir deng bigire. Eger di tûra yekemîn de bînomek neyê hilbijartin, du bînomên dengên herî zêde wergirtine ji bo di tûra duyemîn de bibin yekemîn wê bikevin hilbijartinê.
Nûbûneke din a vê hilbijartinê jî ev e ku di bin siya Eniya Neteweyî ya rasgira radîkal de ye. Di hilbijartinan de ev partiya dijminê biyaniyan di rêza yekemîn de cih digire. Partiya UMP a rastgira Naven jî hema li rex rastgira radîkal e. Yek ji pêşketineke din a vê hilbijartinê jî ev e ku bê eleqeyeke mezin heye.