Mamûtên bi pirç ku nêzî sê hezar sal berê winda bûn gelo wê şûnde vegerin? Wek projeyek balkêş tê dîtin lê zanistên li cihên cuda yên cîhanê li ser Mamûtên bi pirç xebatan dimeşînin diyar dikin ku ev mimkun e.
Lêkolîner ji bo ku cureyê Mamût şûnde bînin gihiştine asteke girîng, genên Mamût ji nû ve ava kirin û di DNA’ya fîl de bi cih kirin.
Bi awayekî şênber, ekîbek ji Zanîngeha Harvardê genên Mamût li DNA’ya fîl bicih kirin û encamên ku hêviyê didin derket holê.
Zanist ji bo bên vê astê mînakên DNA’yê ku li qeşayên Aktîka cemidî dîtibûn lêkolîn kirin. Armanc ev bû ku genên bi fîlan re tine cuda bikin.
Bi giştî 14 gen hatin ava kirin. Asta duyem bi rêbazeke ku wek Crîspr tê bi navkirin, ev gen li DNA’ya Fîl ku nêzî cureyê Mamûte bicih kirin. Zanistan da zanîn ku ev gen wek genên normal xebitiye.
Lêkolîner George Church ji rojnameya The Sunday Times re axivî û got: “Niha di destê me de hucreyên fîl ên fonksiyonel yên DNA’ya Mamût hene.”
Ligel ku Mamût ev bi hezaran salane tine bûne jî li laboratuvaran yekem car genên wan dijîn. DNA’ya mamûtan ji mînakên Girava Wraangel a Okyanusa Arktîka tê. Ev cure beriya 3300 salî jiyaye. Mamûtên ku mabûn jî ji xwe tine bibûn.
Xebatên nû der barê Mamûta bi pirç de wek pêngavek mezin tê dîtin. Zanist, ji bo avabûna ji nû ve ya genomuna cureyê ku tinebûye û heta ji bo ku ji nû ve li jiyanê vegerîne pêngavek girîng avêtiye.
Ji bo genomuna Mamûta bi pirç bê avakirin di rewşa heyî de 3 ekîb xebatan dimeşînin. Genom ji bo ku vê sewalê ji nû ve vegerîne jiyanê faktorek sereke ye. Lê ew wisa ne hêsan e. Gelek DNA’yên hatine dîtin rewşa wan zêde ne baş e.
Dibe ku wek berê Mamût li kolanan ji nû ve negerin lê, vegera wan a jiyanê mimkun e.