Endamekî ETA'yê li Fransayê hat girtin
Hat ragihandin ku endamekî ETA'yê yê di rêzên destpêkê yên lîsteya lêgerînê ya Spanyayê cih digire, li Fransayê hatiye girtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê polîsê Fransayê ve hatin dayîn, endamê ETA'yê yê bi navê Sabin Mendizabal Plazaola li Saint-Palais a herêma Pyrénées-Atlantiques hatiye girtin. Tê gotin ku kesê hatiye binçavkirin tê sûcdarkirin ku di sala 2009'an de madeya teqemeniyê avêtiye avahiya Partiya Gel (PP) a li desthilatdariyê ya li Ermûa û di sala 2005'an de molotofkokteyl avêtiye kargehekê.
Lê belê tê gotin ku fermana binçavkirina Mendizabal, ji ber êrîşa bi teqemeniyê li hemberî yekîneyên polîsan ên li herêma federal a Baskê hatiye dayîn.
Sabin Mendizabal Plazaola yê di sala 1979'an de ji dayik bû, di sala 2000'î de tevlî nava refên ETA ya ji bo rizgariya welatê Baskê têdikoşe, bû. Mendizabal yek ji endamê ETA yê herî zêde ji aliyê polîsê Spanyayê ve lê dihat gerîn bû.
ETA ya ji bo azadiya welatê Baskê yê ji aliyê Fransa û Spanyayê ve hatiye dagirkirin têdikoşe, di sala 2011'an de ragihandibû ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye.