Ji 15 welatan soza daristana ji 61 mîlyon hektarî
Di konferanseke li bajarê Elmanya Bonnê de 15 welatan soz dan ku qadeke zêdeyî 60 mîlyon hekarî bikin daristan.
Di konferanseke li bajarê Elmanya Bonnê de 15 welatan soz dan ku qadeke zêdeyî 60 mîlyon hekarî bikin daristan.
Di konferanseke li bajarê Elmanya Bonnê de 15 welatan soz dan ku qadeke zêdeyî 60 mîlyon hekarî bikin daristan.
Konferans di 21'ê Adarê roja Newrozê de pêk hat. Yekîtiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî û Xwezaya Cîhanê ragihand ku 15 welatan soz dane heta sala 2020'î qada ji 61.9 mîlyon hektarî bikin daristan. Ev welatên mijara gotinê welatên Latîn Amerîka, Asya û Afrîkayê ne.
Midûra Giştî ya Yekîtiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî û Xwezaya Cîhanê Inger Andersen da xuyakirin ku çandina daran û çêkirina daristanan, wê tevkariyeke mezin li têkoşîna li hemberî pirsgirêkên guhertina avhewayê, parastina cihêrengiya biyo, ewlehiya xwedîkirinê û mezinbûna aboriyê, bike.
Wezîra Hawirdorê ya Norwêcê Tîne Sûndtoft di daxuyaniya xwe ya li konferansê de got, "Em di nuqteyeke welê de ne ku kêmkirina belavkirina gaza serayê têrê nake."
Wezîra Hawidorê di dewama axaftina xwe de got, "Divê em emîsyonên karbondîoksît ên li atmosferê bi awayekî aktîf zevt bikin. Ji nû ve restorasyona daristanan, rêya herî kêmbedel a vê yekê ye."
Welatên tevlî bernameya ji nû ve daristankirinê bûne ev in:
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka: 15 mîlyon hektar
Etiyopya: 15 mîlyon hektar
Komara Kongo ya Demokratîk: 8 mîlyon hektar
Meksîka: 7,5 mîlyon hektar
Gûatemala: 3,8 mîlyon hektar
Perû: 3 mîlyon hektar
Ûganda: 2,5 mîlyon hektar
Rûanda: 2 mîlyon hektar
Brezîlya, Salvador, Costa Rîca, Kolombiya, Ekvator û Şîlî soz dan ku 1 mîlyon hektar an jî di asteke kêmtir de ji nû ve daristanan biafirînin.