Hate ragihandin di encama ketina balafira Rêyên Hewayî yên Germnawingsê ya ku ji bajarê Barcelona yê Spanyayê diçû bajarê Dusseldorfa Elmanyayê de 144 kesên di balafirê de tevî 6 personelên balafirê jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran da zanîn ku li herêma başûrê Alpên Fransa ku balafir lê ketiye gihiştina balafiran ne pêkan e.
Wezîrê Berpirsê Barhilgirtinê Alain Vidalies ragihand ku ti kes ji vê qezaya balafirê nefilîtiye.
Di daxuyaniya ji aliyê German wingsê ve hate dayin de jî hate diyarkirin ku 144 rêwî û 6 personelên balafirê jî hebûn. Serokkomarê Fransa François Hollande jî ragihand ku di balafirê de rêwiyên Elman, Spanî û Tirk jî hene.
Têkildarî sedema ketina balafirê ti daxuyanî nehate dayin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin balafir 25 salî ye û bi awayekî nizm difiriya.
Midûriyeta Hewayî ya Sivîl daxuyand ku pirsgirêka di balafirê de saet 10.30 destpê kiriye û ji wir û şûnde têkiliya bi balafirê re qut bûye.