Sê pirsên têkildarî ketina balafira Fransa li benda bersivê ne
Ketina balefira rêwiyan a ku 150 kes têde bûn gelek pirs bi xwe re anîn rojevê. Wezareta Hundir a Fransayê ragihand ku niha hemû îltîmal hene.
Ketina balefira rêwiyan a ku 150 kes têde bûn gelek pirs bi xwe re anîn rojevê. Wezareta Hundir a Fransayê ragihand ku niha hemû îltîmal hene.
Ketina balafira rêwiyan a ku 150 kes têde bûn gelek pirs bi xwe re anîn rojevê. Wezareta Hundir a Fransayê ragihand ku niha hemû îltîmal hene.
Qutiya reş a ku dengan tomar dike hate dîtin. Lêkolîna li ser qutiya reş destpê kirin. Lê gelek pirsên li benda bersivê hene.
Sê pirsên sereke yên têkildarî ketina balafirê wiha ne:
1- Çima ti sînyalên alîkariyê nehatin şandin? Pîlotên balafirê di dema ketina balafirê de ti sînyal neşandin, daîreya kontrolê însiyatîfê girt û sînyal şand. Her wiha, ti têkilî bi personelên balafirê re nehatin danîn.
2-Divê qeza çawa bê aşkerakirin? Gelek îhtîmal derdikevin pêş. Niha îhtîmala êrîşa terorîstî dernakeve pêş. Lê Wezîrê Hundir ê Fransayê diyar kir ku ew ê heta dawiya lêpirsînê hemû îhtîmalan li ber çavan bigirin. Tê diyarkirin ku di dema danişîna balafirê de jî rewşa hewayê baş bû. Îhtîmala lêketinê jî pir kêm e. Ji ber ku li herêmê ti alafirên winda ne yên leşkerî ne jî yên turîstîk tine bûn.
Temenê balafir ji bo pêbawerî û ewlehiyê ti tiştekê diyar nake. Ji ber ku heta balafirên piştî şerê cîhanê yê duyemîn hatine çêkirin jî di şert û mercên asayî de weke balafirên pêbawer û bi ewle tên dîtin. Her tişt bi lênêrînê ve girêdaye.
3-Balafir çima di carekê de neket? Şêwirmendê Hewayî Bernard Chabbert bal kişand ku balafir neketiye, bi awayekî asayî aniye.