Li Yemenê Hûsî pêşde diçin: Gelo Serokdewlet reviya?

Hûsî, ber bi bajarê Aden ê baregeha rêveberiya nû ya Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî ve diçin.

Hûsî, ber bi bajarê Aden ê baregeha rêveberiya nû ya Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî ve diçin.

Hûsiyan îro danê sibehê balafirxaneyeke li nêzî bajarê Aden bi dest xistin.

Danê nîvro jî di ajansa nûçeyan a Fransa AFP'ê de, nûçeya ku tê gotin Serokkomar Hadî ji Adenê reviya cih girt. Di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî yên nêzî Serokkomar Hadî, hat diyarkirin hê nehatiye teyîtkirin ku Hadî ji Adenê reviyaye û nûçeyên ji herêmê tên hê ne zelal in. Paşê çavkaniyeke ji serokatiya Yemenê di daxuyaniya ku da AFP’ê de diyar kir Hadî birine cihekî bi ewle.

Kanala nûçeyan a Îranê Press TV a bi Îngîlîzî weşanê dike got ku Hûsî ketine Adenê û li ser vê yekê Serokkomar Hadî ji Adenê reviyaye.

Li gor nûçeya BBC jî Wezîrê Parastinê Mahmut el-Subaihi li Adenê ji aliyê Hûsiyan ve hatiye binçavkirin û şandine Sana.