Li Pakîstanê di êrîşên DYA yên PHB de 2.199 kes mirin

Li Pakîstanê di nava 10 salên dawî de ji ber êrîşên pêgerên hewayî yên bê mirov (PHB) ên DYA de 2.199 kesî jiyana xwe ji dest dan, 282 kes jî birîndar bûn.

Li Pakîstanê di nava 10 salên dawî de ji ber êrîşên pêgerên hewayî yên bê mirov (PHB) ên DYA de 2.199 kesî jiyana xwe ji dest dan, 282 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ji aliyê parlamenterên Pakîstanî ve hat aşkerakirin, êrîşên pêgerên hewayî yên bê mirov ên DYA, berdêleke giran di nava 10 salan de dane Pakîstanê.

Li gorî heman raporê 210 xanî û 60 wesayîtan xisar dîtine.

Lê belê li gorî aktîvîstên mafên mirovan hejmara rastî gelekî zêdeyî hejmara fermî ye. Aktîvîstên mafên mirovan diyar dikin ku ev hejmar di navbera 3.000 û 4.000 de ye.

Hikûmeta Pakîstanê, ji ber ku destûrê dide êrîşên hewayî yên ne qanûnî li ser sînorê Pakîstan-Afganîstanê, timî tê rexnekirin.

Êrîşên hewayî yên ji sala 2004'an dema Serokê berê yê DYA George W. Bush destpê krin, di dema Barack Obama de jî zêde bûn û dewam kirin.