Boko Haram 500 jin û zarok revand

Terorîstên Boko Haram ên bi komkujiyên xwe yên li bakurrojhilatê Nîjeryayê her di rojevê de ne, tê gotin ku bi sedan jin û zarokên keç revandine.

Terorîstên Boko Haram ên bi komkujiyên xwe yên li bakurrojhilatê Nîjeryayê her di rojevê de ne, tê gotin ku bi sedan jin û zarokên keç revandine. Li bajarê Damassakê ku piştî dagirkeriya 3,5 mehan rizgar bû, tê gotin ku herî kêm 500 jin hatine revandin û ji van 50 hatine qetilkirin.

Li bajarê Damassak ê ku di encama êrîşên artêşên welatên cîranê Nîjeryayê de ji çeteyên Boko Haram rizgar bû, derket holê ku drameke cidî ya mirovahiyê lê hatiye jiyîn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, bi qasî 500 jin û zarokên keç ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

Hin ji mirovên li bajêr ragihandin ku 50 ji 500 kesên hatine revandin ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Lê belê der heqê aqûbeta jinên din de agahiyek nehat wergirtin.

Rayedarekî artêşa Nîjeryayê jî diyar kir ku 400 - 500 kes ji aliyê Boko Haram ve hatine revandin û ev hemû jin û zarok in.

Ji bo rizgarkirina herêmên bakurrojhilatê Nîjeryayê ji dagirkeriya Boko Haram, bi tevlîbûna artêşên Çad û Nîjerê artêşa Nîjerya operasyonê dimeşîne. tevî revandina bi sedan kesî derket holê ku li bajarê Damassakê bi dehan kes hatine qetilkirin. Li bajarê Damassakê çend roj berê li binê pirekê nêzî 100 cenaze hatibûn dîtin.