Fîlê Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye

Fîlên Afrîkayê yên di hedefa nêçirvanan de ne, tê gotin ku eger tedbîr neyên girtin dibe ku tine bibin.

Fîlên Afrîkayê yên di hedefa nêçirvanan de ne, tê gotin ku eger tedbîr neyên girtin dibe ku tine bibin.

Hejmara fîlên Afrîkayê ku bi taybetî ji aliyê bazirganên Côte d'Ivoire ve tên qetilkirin, her sal bi deh hezaran kêm dibe. Pispor hişyariyê didin ku eger bi lezgînî tedbîr neyên girtin, fîlê Afrîkayê yê li qadên xwezayî dijîn dikarin di nava 10-20 salan de tine bibin.

Bi armanca parastina fîlê Afrîkayê yê timî li êrîşên bazirganên Côte d'Ivoire rast tê, bi qasî bîst rêxistinên civakî yên sivîl û ewqas nûnerên hikûmetan, li welatê Başûrê Afrîka Bostwana civiyan.

Lêkolîner Dun Iv hejmara encamên jimartina dawî ya fîlan pêşkêş kir û got, "Dibe ku piştî 5 salan, ji bo rizgarkirina vî heywanê newaze, em dereng bimînin."

Iv da xuyakirin ku fîlê Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û got, "Eger ev rewş neyê guhertin, dibe ku ev heywanên me di nava 10-20 salan de tine bibin."

SALANE 20 HETA 30 HEZAR FÎL TÊN QETILKIRIN

Li gorî hejmarên di konferansê de hatin aşkerakirin, her çend der heqê hejmara fîlên li gelemperiya parzemîna Afrîkayê agahiyeke zelal nehat dayîn jî, di sala 2013'an de li xwezayê 470 fîl mane. Di sala 2006'an de 550 fîl hebûn û ev yek jî tê wê wateyê ku salane bi qasî 10 hezar fîl kêm dibin.

Di rewşa heyî de salane ji 25 heta 30 hezar fîlî tên qetilkirin. Ev rêje rêjeya zayînê derbas kiriye.

Kêmbûna hejmara fîlan bi taybetî li Rojhilatê Afrîkayê li Kenya û Tanzanyayê bêhtir tên dîtin.

Li gorî nexşeya "rêyên diranê fîlan" a ji aliyê Komeleya bi navê TRAFFIC a lid ijî bazirganiya heywanên kovî têdikoşe derxistiye holê, beşeke mezin a trafîka diranê fîlan a qaçax li Tanzanya û Kenyayê bi rêyên hewayî û deryayî tên kirin. Diranê fîlan ku weke zêrê spî tê binavkirin, bi giranî derbasî Malezya, Fîlîpîn an jî Hong Kongê tên kirin û herî dawî jî dibin Çîn û Taylandê.

Ev diranên fîlan jî ji aliyê dewlemendan ve weke xemla cewahir, berhemên hunerî û peykeran tên bikaranîn.

Li gorî nûnerê komeleya TRAFFIC Tom Mîllîken, ji bo 250 hezar bazin were çêkirin, pêwîstî bi 11 ton diranê fîlan heye. Ev jî tê wê wateyê ku 110 fîl werin qetilkirin.